Li navçeyên Qamişlo êrişên li ser herêmê hatin şermezarkirin

Ji Dêrikê heta bi Reqa bi daxuyanî û çalakiyan êrişên dagirkeriyê hatin şermzar kirin.
Bang li gelên herêmê hate kirin ku li dijî êrişan hevgirtin û yekîtiya xwe xurt bikin.

Li herêmê, li hemberî êriş û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker bertek zêde dibin.

Şêniyên navçeya Dêrikê li dijî êrişan meşek li dar xistin.

Di çalakiyê de, kesên axivîn sersaxî ji malbatên şehîdên komkujiiyê re xwestin û wiha gotin:

Êrişên dewleta Tirk li pêş berxwedan û têkoşîna jinan nabin bend, berovajî wê hevgirtina wan li hember planên qirkirinê zêdetir dibe.

Li navçeya Tirbespiyê jî Kongra Star bi diruşma “Birêxistinkirina jinan bersiva êrişên dagirkeriyê ye” meşek li dar xist.

Li sûka navendî ya navçeyê meş veguherî mîtîngê.

Li wir jî kesên axivîn li dijî êrişan soza bilindkirina asta berxwedan û tekoşînê dan.

Kongra Star a Til Koçerê jî li dijî êrişan daxuyaniyek da.

Bal hate kişandin li ser êrişa Qamişlo û hat gotin:

Êrişa li dijî endamên rêveber ên Meclisa Kantona Qamişlo, nîşaneya dijminahiya şoreşa gelan û projeya demokratîk.

Meclisa Navçeya Til Hemîsê jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji êrişan derbekirina projeya Rêveberiya Xweser e.

Meclisê bang li civata navneteweyî, Rûsya û Amêrîkayê kir ku li dijî êrişan bi erkên xwe rabin.

Şêniyên Hol: Em ê bi hevgirtina xwe planên dagirkeran pûç bikin

Şêniyan bi meşekê hedefgirtina jinên tekoşer şermzarkirin.

Di çalakiyê de kesên axivîn binpêkirinên dewleta Tirk li dijî şêniyên herêmê şermezar kirin

Hat eşkere kirin ku êrişên dewleta Tirk piştî biryara Rêveberiya Xweser ya darzandina çeteyên DAIŞ’ê zêde bûne.

Bang li gel hat kirin ku hevgirtin û yekîtiya xwe xurttir bikin û planên dagirkeran pûç bikin.

Jinên Reqa: Divê sînorek ji kiryarên dewleta Tirk re bê dayîn

Nivîsgeha Jinan a Rêxistinên Civaka Sivîl a Reqayê jî bi beşdariya dehan jinan daxuyaniyek da.

Hate diyarkirin ku jin dibin armanca balafirên dewleta Tirk a dagirker, duh Hevrîn û Zehra, îro jî Yusra û hevrêyên wê.

Li vir jî bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî yên têkildarî mafên jinan hat kirin ku sînorekê ji kiryarên derexlaqî re deynin.

Back to top button