Hêzên Asayişê li Dêrazorê şaneyeke DAIŞ’ê girt

Hêzên Asayişê ragihand, wan serçeteyekî DAIŞ’ê û endamên şaneya wî, di operasyonekê de li gundewarê rojhilat ê Dêrazorê girtin.

Hêzên Asayişê bi daxuyaniyekê diyar kir, ev operasyon di çerçoveya operasyonên li dijî DAIŞ’ê, bi destekdayîna Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê de, pêk hatiye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, şaneya hatî girtin ji 8 kesan pêk dihat û di operasyonê de hemû çeteyên şaneyê tevî serçeteyê wê, hatin girtin.

Her wiha hemû çek, cebilxane û amûrên di gel wan de hatin desteserkirin.

Hêzên Asayişê di dawiyê de teqez kir, ew ê operasyonên xwe heta jinavbirina terora DAIŞ’ê û pêkanîna aramiyê dewam bikin.

Back to top button