Şehba-Şehîd Canşêr Şêrawa bi merasîmeke bi heybet hat oxirkirin

Îro li gelek deverên herêmê merasîmên oxirkirin û bîranîna şehîdan hebû.
Li Şehbayê şehîd Canşêr Şêrawa hate oxirkirin.
Her wiha li Kobanê, Til Koçer û Hesekê şehîd hatin bibîranîn.

Îro şehîd Canşêr Şêrawa bi merasîmek bi heybet li goristana şehîdan hat oxirkirin.

Di merasîmê de gelek axaftin hatin kirin û soza şopandina rêya şehîdan heta serkeftinê hate dayîn.

Kobanê-Merasîma xiyabî ji bo şehîdê HPG’ê Ehmed hate lidarxistin

Li Kobanê jî merasîmeke xiyabî ji bo şehîdê HPG’ê Ehmed Ibrahîm ku 27’ê Gulana 2022 li Herêmên Parastina Medya şehîd bûbû hate lidarxistin.

Konê sersaxiyê li pêş mala şehîd ya li gundê Metîna yê Kobanê hate vedan.

Li Merasîma sersaxiyê kesên axivîn weha gotin:

Dewleta Tirk tevahî gelê herêmê dike armanc bi taybet kesayetên ku têdikoşin.

Hat diyar kirin ku komplo û siyasetên herî qirêj li dijî gelê Kurd têne kirin.

Dawiyê teqezî li ser şopandina rêya şehîdan hat dayîn.

Merasîm bi xwendina wesîqeya şehadetê bi dawî bû.

Li Til Koçer 23 şehîd hatin bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Koçer bi merasîmekê 23 şehîd bibîranî.

Di merasîmê de endamê Meclisa navçeyê Salih Elkino axivî û fedekariyên şehîdan ên ji bo parastina xaka xwe û jiyaneke bi rûmet bibîranî.

Li bajarê Hesekê Kongira Star şehîd Zîlan bi bîr anî

Kongra Star a Hesekê jî şehîd Zîlan di salvegera 27’emîn a şehadeta wê de bi bîr anî.

Merasîma bibîranînê li navenda PYD a li taxa Xiwêran hat lidarxistin.

Behsa çalakiya fedaî ya şehîd Zîlan a li dijî artêşa Tirk a dagirker hat kirin û hat gotin:

“Çalakiya şehîd Zîlan ji bo tevahî jinên azadîxwaz bû nimûne.

Nameya şehîd Zîlan ku beriya şehadeta xwe ji Rêber APO re nivîsandibû hat xwendin.

Dawiyê, sinevîzyonek li ser têkoşîna şehîd Zîlan hat pêşkêşkirin.

Back to top button