Telat Yunis: Tirkiye planên guhertina demografiyê dixe dewrê

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Telat Yunis diyar kir ku dewleta Tirk mîna Efrînê li Serê Kaniyê û Girê Spî jî guhertina demografiyê pêk tîne.
Yunis teqez kir ku Tirkiye hewl dide dagirkeriya xwe berfireh bike û herêmên dagirkirine tevlî xaka Tirkiyê bike.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê Telat Yunis sûcên şer û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker yê li herêmê ji ANHA’yê re nirxand.

Telal Yunis diyar kir ku dewleta Tirk ji bo armancên xwe pêk bîne raste rast êrîşî herêman kir û hewl dide bi planên dagirkeriyê bi lezgînî guhertina demografiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî bike.

Talat Yunis sûcên şer û binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li Efrînê bi bîr xist xist û anî ziman ku demografiya herêmê guhert, malbatên çeteyan li herêmê bi cih kir, nasnameya gelan çewisand û zimanê Tirkî ferz kir.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker heman siyasetê niha jî li Serê Kaniyê û Girê Spî pêk tîne.

Telat Yunis: Tirkiyê hewl dide dagirkeriya xwe berfireh bike

Talat Yunis da dewleta Tirk a dagirker bi van plan û kiryarên xwe yên li herêmê dixwaze herêmên ku dagir kirine berfireh bike û tevlî xaka Tirkiye bike.

Leave a Reply

Back to top button