HPG: Li Kato Jîrka leşkerekî artêşa Tirk hat kuştin

Di çalakiya gerîlayên HPG’ê li dijî artêşa dewleta tirk a dagirker li navçeya Elkê ya Şirnexê de leşkerek hate kuştin.

Gerîla TV jî dîmenê çalakiyeke li Zagrosê ku tê de wesayiteke leşkerî hate teqandin û yek jê serpel, yek jî kontra bi giştî 7 leşkerên dewleta tirk hatin kuştin weşand.

Li bakurê kurdistanê gerîlayên HPG û YJA Starê li dijî dagirkeriya dewleta tirk çalakiyên xwe berfireh kirine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiya gerîla ya li herêma Kato Jîrka daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de li navçeya Elkê ya Şirnexê li herêma Deriyê Wara yê qada Kato Jîrkayê, gerîlayan yekîneyekî dijmin a tevdigeriya kontrol kirin.

30’ê Tebaxê gerîlayan li dijî yekîneyê çalakiyek sekvaniyê pêk anîn û leşkerek hate kuştin.

Gerîla TV dimenê çalakiya li Zagros a 7 leşker hatin kuştin weşand

Her wiha dimenên çalakiyên gerîla yên ji herêmê tên jî propagandayên dewleta tirk ya veşartina hejmara kuştina leşkerên xwe vala derdixe.

Gerîla TV dîmenê çalakiyeke li Zagrosan weşand ku tê de wesayiteke leşkerî hate teqandin û yek jê serpel, yek jî kontra bi giştî 7 leşkerên dijmin hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê jî li ser mijarê ev agahî parve kiribû:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de gerîlayan, 18’ê Tîrmehêli herêma Zagrosê li dijî wesayiteke artêşa Tirk a dagirker ku ji qada Çarçella ber bi navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê ve diçû, çalakiyeke sabotajê li dar xistin.

Di encama çalakiyê de wesayita dijmin îmha bû, tevî serpelek û kontrayekî bi giştî 7 leşkerên dijmin hatin cezakirin, leşkerek jî birîndar bû.

Back to top button