Ji HDP’ê “Danazana banga ji bo Aştiyê”

Ji bo aştî û aramiya li Tirkiyê ji Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê bangek dîrokî. HDP’ê bi daxuyaniyeke çapemeniyê Danazana Banga ji bo Aştiyê eşkere kir.

HDP’ê têkildarî polîtîkayên şer, deshilatdarî hişyar kir û banga yekgirtinê li muxalefetê û raya giştî kir.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) beriya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê danezana Banga ji bo Aştiyê weşand.

Deklerasyona ji aliyê Hevserokên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar ve li Meclîsa Enqerê bi civîneke çapemeniyê hate eşkerekirin. Parlamenter jî tevlî civînê bûn.

Di destpêka daxuyaniyê de 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li gelên Tirkiyê, Rojhilata Navîn û cîhanê hate pîrozkirin.

Di danezanê de işaret bi şer û polîtîkayên aloziyê yên li Lîbya, Sûriye, Iraq, rojhilatê Derya Spî, Egeyê hate kirin û hate destnîşankriin ku ev stratejiya şer û aloziyê welêt dikeve nava paşerojeke nediyar e.

HDP’ê destnîşan kir ku ev polîtîka bi kêrî civakê, welêt û desthilatdariyê jî nayê.

HPD: Neçareserkirina pirsa Kurd wê krîzê girantir bike

HDP’ê diyar kir ku asta heyî ya meseleya Kurd êdî çareseriyê ferz dike û di danezanê de ji bo vê yekê jî çar xal hatine destnîşankirin.

Di xala destpêkê de HDP’ê bang li desthilatdariya AKP-MHP’ê û aqlê dewletê kir ku dest ji israra di şer de û polîtîkaya neçareseriyê berde.

Di vê çarçoveyê de hate ragihandin ku Tirkiya pirsgirêka Kurd çareser kiriye û dawî li şer aniye wê li herêmê bibe nirxekî demokratîk û modeleke xurt.

Ji bo vê jî işaret bi pêvajoya Mutabaqata Dolmabahçeyê hate kirin û hate ragihandin ku ji bo çareseriya meseleya Kurd ew pêvajo hîn jî hêja ye.

HDP’ê bal kişand ser rola Rêber Ocalan a ji bo çareseriyê û pêkhatina aştî û demokrasiyê û hate destnîşankirin ku divê dawî li polîtîkaya tecrîdê bê anîn.

HDP’ê banga li muxalefet û raya giştî kir

HDP’ê di xala duyemîn a danezanê de, destnîşan kir ku ji bo çareseriya pirsgirêkê berpirsyariyeke girîng dikeve ser milê muxalefeta siyasî û civakî, ji ber ku mijara Kurd mijareke jiyanî ye ku nabe ji însafa desthilatdarî û dewletê re bê hiştin.

Partiyên muxalefetê divê daxwazên gelê Kurd ên ji bo maf û azadiyê weke beşek ji armanca jiyana wekehev û hevpar û demokratîkbûna Tirkiyê bibîne.

Di xala sêyemîn de partî diyar dike ku ew amade ne bi her kesên çareseriya demokratîk û aştiyê dixwazin re bixebitin.

Di beşa dawî yê de hate gotin, “Partiya me ji polîtîkaya xwe ya çareseriya demokratîk û aştiyê, ji perspektîfa jiyana wekhev û hevpar, ji israra gelê me ya di aştiyê de, ji hêza xwe ya têkoşînê û biryardariya xwe bawer dike.

Back to top button