Ciwanên Başûrê Kurdistanê 50 hezar îmze radestî parlamentoya Iraqê kirin

Ciwanên Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk 50 hezar îmzeyên ku komkiribûn bi daxuyaniyekê radestî ofîsa parlamentoya Iraqê kirin.

Ciwanên Têkoşer ên başûrê Kurdistanê ev demeke ji bo leşkerên dewleta Tirk ji xaka Iraqê derkeve li dijî dagirkeriyê kampanya îmzeyan dabûn destpêkirin.

Di encama kampanyayê de ciwanan 50 hezar îmze komkirin.

Îro şandeyek ciwanan 50 hezar îmzeyên ku komkiribûn bi daxuyaniyekê radestî ofîsa parlamentoya Iraqê ya li Silêmaniyê kirin.

Piştî îmze hatin radestkirin daxuyanî hate dayîn.

Di daxuyaniyê de parlamenterê Iraqê yê Tevgera Goran Kawe Mihemed axivî û got;

“Me weke endamên parlamentoya Iraqê daxwaz ji Hikumeta Iraqê kiriye ku li dijî binpêkirin û dagirkeriya dewleta Tirk xwedî helwestek cidî bin.

Herwiha me daxwaz kir baregehên hêzên Tirkiyê yên di nava xaka Başûrê Kurdistanê de werin derxistin.”

Parlamenter Kawe Mihemed li hember dagirkeriyê balkişand li ser helwesta hikûmeta başûrê kurdistanê û diyar kir ku li şûna ku dagirkeriya tirk rawestînin hin hêzên wan ji dagirkeran re dibin alîkar.

Kawe Mihemed dazanîn ku wê destpêka meha Îlonê parlamento vebe, dema ku parlamento vebe wek partî rojeva wan a sereke wê derxistina leşkerên Tirk li axa Iraqê be.

Parlamenter Kawe derbarê kampanyaya îmzeyan de jî got:

“Em bi kêfxweşî pêşwaziyê li vê kampanyayê dikin.

Çalakiyên bi vî awayî yên li dijî dagikeriyê gelek girîngin.

Em jî soz didin emê rola xwe hîn zêdetir bilîzin.

Emê daxwaz ji Iraqê bikin ku helwestek cidî nîşan bidin.”

Back to top button