Hêzên hikûmeta Şamê êrîşî gundên başûrê Idlibê kir

Li başûrê Idlibê tevî agirbesta Putin-Erdogan, şer û pevçûn berdewam dike.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh êvarî hêzên hihumeta Şamê deverên El-Firêra , Kensefera , El-Helûbe û Benîn yê başûrê Idlibê û hin deverên din li gundewarên rojavayê Helebê topbaran kirin

Çavdêriyê diyar kiribû ku duh du leşkerên hikumetê li Mihwer El-Terenbe li gundewarên bakurê Idlibê hatin kuştin.

Dewleta Tirk 20 maşîneyên din ên leşkerî derbasî Idlibê kirin

Li gel van êrîşên domdar jî, çavdêriyê da zanîn ku şevê din, artêşa Tirk 20 maşîneyên din ên leşkerî di deriyê Kefer Losîn re derbasî Idlibê kirin.

Artêşa Tirk li çiyayê Zawiyê yê li başûrê Idlibê nuqteyekn nû ya leşkerî ava kir

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê- SOHR’ê ragihand ku artêşa Tirk li gundê Beylonê yê li çiyayê Zawiye yê li başûrê parêzgeha Idlibê nuqteyeke leşkerî ya nû ava kir.

Çavdêriyê diyar kir ku bi vê noxteya nê ve hejmara nuqteyên Tirkiyê yên li Idlibê gihaşt 68’an.

Back to top button