Mala Êzidiyan a Cizîrê: Êrişên li ser pêşengên Şengalê dewama metoda DAIŞ ye

Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê da zanîn ku hedefkirina dewleta Tirk a dagirker ji fermandarên YBŞ′ê, Asayîşa Êzîdxanê re, dewama metoda çeteyên DAIŞ’ê ye.

Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê di daxuyaniya de ev tişt got:

“Dewleta Tirk a dagirker her tim li pêş çavên cîhanê gelê me yê Şengalê dike hedef.

Gelo exlaq di siyaseta cîhanê de, ku diruşmên mafên mirovan hildidin winda bû?

Gelo cîhanê azarên Şengalê û qirkirina wê ji hêla terora DAIŞ’ê ve ji bîr kir?

Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê di dewamê de ev tişt anî ziman:

Hedefgirtina fermandarên Şengalê bi balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker dewama metoda çeteyên DAIŞ’ê ye.

Ruxmî bangên me ji kesên îdiya parastina Şengalê dikin, lê dewleta Tirk di êrişên xwe de dewam dike.

Iraq jî ya ku îdiaya berpirsiyariya Şengal û şêniyên wê dike, hîna li van kiryaran temaşe dike.

Hikumeta PDK’ê jî hevkarê van êrişa ye.

Back to top button