HPG: Artêşa Tirk a dagirker 8 caran bi balafirên şer êriş kir

HPG’ê di derbarên êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek da û tê de diyar kir ku artêşa Tirk 8 caran bi balafirên şer bombe li qadên Metîna, Xakurkê û Çemço barand. Bi daxuyaniyekî din jî HPG’ê nasnameyên 7 gerîlayên ku li Qada Girê Hakkarî ya Metînayê şehîd bûn eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker de daxuyaniyek da.

HPG’ê di daxuyaniyê de ev tişt anî ziman:

“Dewleta Tirk 2’ê Adarê li qada Golka ya Metîna, derdora gundê Şelazê, qadên Berdesorê û Sinînê yên Xakurkê û qada Çemço bi balafirên şer 8 caran bombardûman kirin.

2 û 3’ê Adarê çeperên me yên li qada Çemçoyê 14 caran bi helîkopterên êrişê, obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”

HPG’ê nasnameyên 7 şehîdên girê hakkarî eşkere kir

Her weha Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê din nasnameya 7 şervanên xwe eşkere kirin.

HPG’ê derbarê nasnameyên şehîdan ev agahî parvekirin:

“Di daxuyaniya xwe ya 5’ê Sibatê de me ragihandibû ku li qada Girê Hakkarî ya Metînayê, li dijî dagirkeran çalakiyeke koordîneyî ya gerîla hatiye lidarxistin.

Di vê çalakiyê de derbên giran li dagirkeran hat xistin.

Di wê çalakiyê de 7 hevalên me bi biryardarî û ruhê fedaî şer kirin û şehîd bûne.

HPG’ê dewamê sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê yê welatparêz re xwest û soza domandina riya şehîdan da.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Roza Kerboran
Nav paşnav: Buşra Aktaş
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê Dayik: Pervîn
Navê Bav: Alî
Dem û cihê şehadetê: 2 Sibat 2023, Metîna

Nasnav: Rûken Kobanê
Nav paşnav: Buşra Besrawî
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Navê Dayik: Xanim
Navê Bav: Xişman
Dem û cihê şehadetê: 2 Sibat 2023, Metîna

Nasnav: Hekîm Zana
Nav paşnav: Kanî Sakîn
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê Dayik: Rûkiye
Navê Bav: Alî
Dem û cihê şehadetê: 2 Sibat 2023, Metîna

Nasnav: Serhildan Kelasor
Nav paşnav: Alî Fener
Cihê jidayikbûnê: Riha
Navê Dayik: Hatîce
Navê Bav: Hasan
Dem û cihê şehadetê: 2 Sibat 2023, Metîna

Nasnav: Nûman Amed
Nav paşnav: Zana Savûran
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik: Şemsîhan
Navê Bav: Kûdbettîn
Dem û cihê şehadetê: 2 Sibat 2023, Metîna

Nasnav: Karasûngûr Kanîreş
Nav paşnav: Zubeyîr Teymûroglû
Cihê jidayikbûnê: Çewlîg
Navê Dayik: Hayriye
Navê Bav: Paşa
Dem û cihê şehadetê: 2 Sibata 2023, Metîna

Nasnav: Serhed Hesekê
Nav paşnav: Îsmaîl Hasan Îbrahîm
Cihê jidayikbûnê: Hesekê
Navê Dayik: Îlham
Navê Bav: Hasan
Dem û cihê şehadetê: 2 Sibat 2023, Metîna

Back to top button