Nobeda azadiyê bi endamên KOMAW’ê didome

Nobeda azadiyê ya vê heftê ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) ve hat dewr girtin.
Bi navê KOMAW’ê dayika şehîd, Xanê Yildiz axivî û got:
“Me soz dane Rêber Apo; em ê ji rêya şehîdên xwe venegerin”

‘Nobeda Azadiyê’ ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li Fransayê hate destpêkirin, di hefteya 569’an de dewam dike.

Nobeda vê hefteyê bi endamên Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) dewam dike.

Kom ji Xanê Yildiz, Selamat Mat, Selîm Oltan û Mehmet Şîrîn Akbaş pêk tê.

Dayika şehîd, Xanê Yildiz bi navê komê axivî, hêrsa xwe ya li dijî tecrîdkirina Rêber Apo bi van gotinan anî ziman:

“Me soz dane Rêber Apo; em ê ji rêya şehîdên xwe venegerin.

Bi taybetî silavên xwe ji Serok Apo re dişînim.

Em bang li tevahiya cîhanê dikin ku Rêberê me teslîmî dewleta Tirk kirine, em Rêberê xwe dixwazin.

Ez ketim 80 salî, bibim 100 salî jî ez ê ji bo Rêberê me bêm li vê derê rûnêm.”

Dûran Kalkan: Civaka Kurd li dijî tecrîdê gelek bi hêrsin

Back to top button