HPG: Li zapê 3 dagirker hatin cezakirin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Zapê 3 leşkerên artêşa Tirk a dagirker ceza kirin.. ku yek ji wan payebilind bû. Her wiha HPG’ê ragihand ku cenazeyê leşkerê bi navê Mûstafa Bazna di destê wan de ye û got: “Dewleta tirk kuştiyên xwe ji raya giştî û ji gelên Tirkiyê vedişerê.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şerê li qadên berxwedanê û çalakiyên gerîla daxuyaniyek da..

Li gorî daxuyaniyê;

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

5’ê Kanûnê li Qada Berxwedanê ya Sacayê, dagirkerên li dora çeperên şer ên Şehîd Kuncî ketin kontrola gerîla.

Di encama çalakiya gerîla de 3 dagirker hatin cezakirin ku yek ji wan payebilind e.

Haman rojê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê jî gerîlayan bi çekên giran li dagirkerên dan.

6’ê Kanûnê jî li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, tîmên gerîla yên bi tevger li dagirkeran dan..

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

6’ê Kanûnê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê û Girê Cûdî hêzên gerîla li dagirkeran dan.”

Der barê êrişên Artêşa Tirk a dagirker jî HPG ev agahî parve kirin:

Qadên Berxwedanê 6 caran bi balafirên şer, bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatine bombekirin.

HPG: Cenazeyê leşkerê bi navê Mûstafa Bazna di destê me de ye

Li aliyê din, HPG’ê ragihand ku cenazeyê leşkerê bi navê Mûstafa Bazna di destê hêzên gerîla de ye .

HPG: Dewleta Tirk kuştiyên xwe ji raya giştî û Tirkiyê vedişêre

“Di nava 8 mehan de li Zapê nêzî 2 hezar û 500 leşkerên artêşa tirk hatine kuştin

Lê desthilata AKP û MHP kuştina leşkeran ji raya giştî û gelên Tirkiyê vedişêre..”

HPG’ê ragihand ku ger malbata Mûstafa Bazna daxwaz bike, dikarin bi rêya kesayetên sivîl an jî saziyên civakî yên sivîl cenazeyê kurê xwe werbigrin..”

Back to top button