Li Qamişlo şehîd Îbrahîm û Mistefa hatin oxirkirin

îro li bajrê Qamişlo Merasîma oxirkirina 2 şehîdan hebû. Şêniyan cenazeyên endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îbrahîm Mihmê û welatparêz Mistefa Mihemed li Goristana Şehîd Delîl Saroxan oxir kirin.

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îbrahîm Mihmê ji ber nexweşiyê 2’ê Nîsanê şehîd bibû.

Kesayeta welatparêz Mistefa Mihemed jî 1’ê Nîsanê di encama krîza dil de şehîd bibû.

Ji bo herdu şehîdan îro li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a li Qamişlo merasîma oxirkirinê hat lidarxistin.

Li merasîmê piştî rêzgirtinê, kesên axivîn sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û destnîşan kir ku herdu şehîd ji malbatên welatparêz in, xwedî dîrokek dirêj a têkoşîn û fedakariyê ne û gotin: “Şoreşa me şoreşa şehîdan e.

Her weha di axaftinan de radestkirina gerîla Harûn Elbak ji dewleta Tirk a dagirker re hat şermezar kirin û hat gotin:

“Bila tevahî sîxur û ajan bizanibin ku dê gel wan efû neke. Heta hesab ji wan xayînan nepirsin, rihet nabin.

Dawiyê piştî xwendina wesîqeyên herdu şehîdan, Cenaze hatin veşartin.

Back to top button