Serhildan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di roja 83′ an de didome. Di roja 3. ya girevê de jî welatiyan guh nedan gefên dewleta Îranê û deriyê dikanên xwe venekirin. Ji bilî dukandaran gelek zanîngeh û dibistan jî tevlî greva giştî bûn û nehatin vekirin.
Xwepêşandan û çalakiyên gelên Rojhilatê Kurdistan û Îranê 83’ê rojin berdewamin.
Ji bo balkişandina ser êriş û şîdeta dewleta Îranê îro jî di roja sêyem de dukandaran bi nevekirina dukanên xwe greva giştî berdewamkirin.
Gireva giştî ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 3 roj in didome
Li gorî agahiyên ku hatine parvekirin îro careke din li bajarê Kirmanşan, Sine, Mihabad, Merîwan, Seqîz, Bane û dehan bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê greva giştî berdewam dike.
Li bajarê Mihabatê jî welatiyan di çilrojiya cangoriyê bi navê Zanyar Ebûbekirî de ew bi bîr anîn û dirûşmeyên ‘Şehîd namirin’ berzkirin.
Heman demê de li ser asta Îranê jî li bajarên Şîraz, Buşehr, Kerec, Esfehan, Lahîcan, Qezwîn û bajarên din jî di çarçoveya greva giştî dukan û bazar nehatin vekirin.
Her wiha xwendekarên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî tevlî ‘Greva Giştî’ bûn.
Gel li dijî dewleta Îranê li qadane
Li gelek bajaran jî welatiyan heya derengiya şevê rêyên nava bajêr girtin û dirûşmeyên dijî dewleta Îranê berzkirin.
Her wiha li Tehranê jî welatiyan ala dewleta Îranê dan ber agir û gotin em dewleta Îslamî naxwazin.