Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Firatê, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina ekîba Jin TV şermezar kir û bang li hêzên navneteweyî kir ku destwerdanê bikin û dawî li sûcên dagirkeriyê bînin.
Rêxistinê têkildarî êrişên tirkiya dagirker û hedefgirtina rojnamevanan daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hate gotin:
Armanc êrişa dijî rojnamevan, ew ku bi erkên xwe yên belgekirin û veguhastina rastiya sûc û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker li herêmê ranebin.
Banga rêzgirtina li hember mafên mirovan, parastina wan û xebatkarên çapemeniyê hate kirin.
Dawiyê, bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember van sûcan hate şermezarkirin û wekî berpirsên êrişên dewleta Tirk a dagirker hatin nîşandan.
Her wiha bang li wan hat kirin ku destwerdanê bikin, sûcên dagirkeriyê û êrişên li dijî welatiyan bi dawî bikin.
Karmendên Jin TV: Armanca dagirkeriya Tirkiyê veşartina rastiyê ye