Li dijî darvekirinên li Îranê bertek zêde dibin

Li Îranê darvekirina welatiyan pir zêde bûye. Bi taybetî jî gelek kesên ku têne darvekirn ji netewên Kurd û Belûçin. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî da zanînê ku dewleta Îranê ji bo belavkirina tirsê serî li van rê û rêbazan dide. Li gorî rêxistinê di nava 2 mehan de herî kêm 94 kes hatine darvekirin. Li aliyê din Koşka sipî bang li Îranê kir ku mijara jehrî-kirina xwendekarên keç zelal bike.

Dewleta Îranê her ku diçe darvekirinên li welat zêdetir dike.

Bi taybetî bi pêşketina xwepêşandanên li Îranê re jî, her ku çû ev yek zêdetir bû.

Desthilatên Îranê ji destpêka îsal ve herî kêm Erebekî Ehwazî, 14 Kurd û 13 Belûc darve kirin.

Ji bilî wan li gelek kesan jî cezayê darvekirinê hatiye birîn.

Desthilatê, tenê di meha Çile û Sibatê de herî kêm 94 kes bidarvekirin e.

Iranê di nava 2 mehan de herî kêm 94 kes bidarve kirine

Li gorî lêkolîna Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, li gorî salên borî asta darvekirinê pir zêde bûye.

Tê gotinê ku Rayedarên Îranê darvekirinê di asta tirsnak de pêk tînin.

Dewleta Îranê piranî li dijî kesên xwedî netewên cuda, van kiryaran pêk tîne.

Dewleta Îranê herî zêde kesên xwedî netewên cuda bidarve dike

Hewil didin bi vê yekê re tirseke mezin di nav muxalefet û xwepêşandêran de belav bikin.

Di daxuyaniyê de tê gotinê dewleta Îranê gelek darvekirinan jî bi dizî pêk tîne.

Gelek ji wan kesan jî, ji ber xwenpêşandanên Îlona 2022’an vir ve hatine mehkumkirin.

Her wiha tê gotinê ku Îran bi êşkenceyan, îtirafên bi zorê ji girtiyan digre.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî: Em bi her awayî li dijî darvekirinan in

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî da zanînê ku ew bi her awayî li dijî cezayê darvekirinê ye û dibêje:

Cezayê îdamê binpêkirina mafê jiyanê ye, cezayekî herî hovane û dijmirovî ye.

Li aliyê din nerazîbûnên li dijî jehrî-kirina xwendekarên keç ji aliyê dewleta Îranê ve zêdetir dibe.

Nerazîbûnên li dijî jehrîkirina xwendekarên keç zêde dibe

Berdevkê Encumena Ewlekariya Netewî ya Koşka Spî têlîldarî vê mijarê daxuyaniyek da.

John Kirby li Koşka Spî diyar kir ku ev yek cihê nîgeraniyê ye, divê lêkolînên di vî warî de berfireh û şefaf bin..

Koşka Spî: Divê mijara jehrî zelal bibe

Her wiha John Kirby destnîşan kir ku heta niha derbarê vê mijarê de agahiyeke zelal nehatiye belavkirin û got:

“Em hîn nizanin mijar çi ye û divê em li benda encamên lêkolînê bin.

Divê malbatên van keçan û cîhan bizane ka sedem çiye.

Back to top button