Le Drian: Lihevkirina peymana nukleerî ya gel Îran nêze

Tahran dixwaze êdî di peyamana nukleerî ya Îranê de encamê bibîne. Piştî berpirsên YE, ji Wezîrê Karên Derve yê Fransa Le Drian daxuyaniyek erênî hat. Le Drian got; Lihevkirina peymana nukleerî ya li gel Îranê nêze.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian duh ragihandibû ku zindîkirina danûstandinên nukleerî ya di navbera hêzên mezin û Îranê de nêzîk bûye.

Le Drian di konfêranseke rojnamevanî ya li Dohayê de got, “Em li ber gihîştina rêkeftinekê ne. Lê hîna biryar li ser hin xalan nehatiye dayîn.”

Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve û Polîtîkaya Ewlekariyê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell jî 26’ê Adarê diyar kir ku peymaneke bi heman rengî wê di demeke nêz de biqede.

Ev pêşbîniya dîplomatên payebilind ên Ewropî berovajî nirxandina reşbîntir ji rewşê ji aliyê Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Îranê Robert Malley bû.

Beriya Foruma Dohayê ya roja borî, Malley destnîşan kir ku ew nebawer e, ew ê gengaze be ku peymanê zindî bikin.

Ev gotinên Malley hêviyên danûstandinên 11 mehin li Viyana têne kirin, lewaz kiribû.

Hêjayî bibîrxistinêye ku bernameya peymana nukleerî ya Îranê di Gulana 2018’an de ji aliyê Serokê berê yê DYA Donald Trump ve bi awayekî yekalî hatibû betalkrin.

Back to top button