Zelensky: Ji bo analîzkirina cezayan em ê komisyonekê ava bikin

Ûkrayna ji cezayên ku welatên Rojava li ser Rûsya ferzkirine nerazî ye. Li gorî rêveberiya Kîev ev ceza divê hîna werin zêdekirin. Serokomarê Ûkraynayê Zelensky, bi îdiaya ku artêşa Rûsyayê dest bi vekişînê kiriye, diyar kir ku hevdîtinên dîplomatîk ên bi serokên gelek welatan re dewam dikin. Zelensky ragihand ku tîmeke pispor ji bo analîzkirina cezayên li ser Rûsyayê hatine ferzkirin û encamên wê hatiye avakirin.

Serokomarê Ûkrayna Volodymyr Zelensky derbarê êrîşên Rûsyayê yên li ser welatê xwe û encamên wê yên îro de daxuyanî da.

Volodymyr Zelensky îdia kir ku artêşa Rûsyayê dest bi vekişînê kiriye û wiha got:

“Dagirker ji Îrpenê hatin derxistin. Ji Kîevê dûr dikevin. Lê hê zû ye ku em li ser ewlehiya vê beşa herêma me biaxivin. Şer didomin. Leşkerên Rûsya bakurê Kîevê kontrol dikin. Çavkanî û hêza wê heye. Yekîneyên xisar ji nûve çêdibin. Ji ber ku windahiyên wan bigihêje ji sedî 90 jî ranawestin.”

Zelensky diyar kir ku li Mariupola Ûkraynayê berxwedan dewam dike û ev tişt anî ziman:

“Heta îro li Mariupolê 143 zarok mirine. Mariupol berxwedana xwe didomîne.”

Serokomarê Ûkrayna di axavtina xwe de bal kişand ser hevdîtinên dîplomatîk ên bi serokên gelek welatan re û wiha domanad:

“Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson, Serokwezîrê Kanada Justin Trudeau, Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz, Serokwezîrê Îtalya Mario Draghi û Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev. Me bi Brîtanyayê re li ser xurtkirina parastin û cezayên li dijî Rûsya li hev kir.”

Kanada jî piştgirî dide bersivdana tundtir a cîhanê li hember karesata ku ji hêla leşkerên Rûsî ve li bajarên Ûkraynayê hatine çêkirin.

Ji ber alîkariya Azerbeycan ya ji bo Ûkrana min spasiya wî kir.

Zelensky diyar kir ku ji bo encamên cezayên ji aliyê gelek welatan ve li ser Rûsyayê hatine ferzkirin wê tîmeke pispor ava bikin û wiha bi dawî kir:

“Ji vê hefteyê ve li Ofîsa Serokatiyê, ji bo şopandina cezayên welatên rojava li ser Rûsya ferzkirine em ê komeke pispor avabikin û encamên wê analîz bikin.”

Back to top button