Bavê du şehîdan di 72 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da

Kesayetê welatparêz û bavê du şehîdan Ehmed Ebdulezîz Tehlo di 72 saliya xwe de ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.

Kesayetê welatparêz, Ehmed Tehlo ji gundê Cîlika yê Girkê Legê ye.

Tehlo di salên 80’î de tevgera azadiyê nas dike û di nava tevgera azadiya Kurdistanê û TEV-DEM’ê de kar û xebat dide meşandin.

Tehlo heta dawiya jiyana xwe xizmeta gel û welatê xwe kir.

Destpêka Şoreşa Rojava, di nava Komîteya Lihevanînê û Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê de cihê xwe girt.

Ehmed Tehlo bavê şehîd, Macid Tehlo bi nasnav Şerîf û Bengîn Tehlo bi nasnav Gernas e.

Şehîd Gernas yekemîn şehîdê gundê Cîlika ye.

Back to top button