Li Kobanê şehîd Cemal Oso û Osman Osman hatin oxir kirin

Li Kobanê cenazeyên şervanên QSD’ê Cemal Oso û Osman Osman ên ku di encama bersivdayîna êrişên çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Girtîgeha Xiwêranê şehîd bûn, hatin oxir kirin.

Merasîma li Goristina Şehîd Dicle bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Ji fermandarên QSD’ê Mehmûd Kobanê di merasîmê de axivî û got, “Mîna li Kobanê, me li Xiwêranê jî DAIŞ têk bir û ev yek bi saya xwîna şehîdan bû.”

Fermandar Mehmûd sersaxî ji malbata şehîdan re xwest û soza şopandina rêya wan da.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Ayşe Efendî jî axivî û got,

“Ev êriş û komkujiyên dijî herêmê dewama komploya 15’ê sibatê ye”

Eyşe Efendî bang li gel kir ku ji bo parastiina destekeftiyên bi saya şehîdan hatine bidestxistin têkoşîna xwe bilind bikin.

Li sernavê malbata Şehîd Cemal û Şehîd Osman jî axaftin hatin kirin û soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn.

Piştî xwendina şehadetnameya her du şehîdan cenazeyên her du şehîdan hatin oxirkirin.

Back to top button