Li Reqayê 118 cenaze ji gorên komî hatin derxistin

Li Reqayê gorên komî yên di dema çeteyên DAIŞ’ê de eşkere dibin.
Tîmên destwerdana lezgîn herî dawî ji gorên komî, cenazeyên 118 kesên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibûn kuştin rakirin.

 

Tîma Dewterdana Lezgîn heta niha li Reqayê 21 gorên komî yên dema çeteyên DAIŞ’ê derxistin holê.

Ji van goran heta niha cenazeyê bi qasî 5 hezar kesî hatin derxistin û bi alîkariya malbatan nasnameyê wan hatin eşkerekirin.

Tîma destwerdanê herî dawî jî 118 cenazeyên sivîl û leşkeran yê ku bi komî hatibûn kuştin rakirin.

Ji endamên tîmê Esed Mihemed diyar kir ku wan bi dehan cenazeyê sivîlan ên ku bi awayekî meydanî hatibûn kuştin dîtin.

Esed destnîşan kir ku piştî ku sedema kuştina van kesan derdixin holê, di arşîvên taybet de belge dikin û li goristan Çiyayê El-Şamî

Leave a Reply

Back to top button