Rêjîma Îranê beriya xwepêşandaneke nû ku sibe pêk were înternet qut kir

Li Îranê banga xwepêşandanke mezin ji bo sibe tê kirin, rêjîma Îranê jî beriya vê xwepêşandanê enternêta li ser mobayîlan qut dike.

 

Li Îranê, li ser medaya civakî banga destpêkirina xwepêşandanên nû û bîranîna kesên ku di xwepêşandanên berê de hatin kuştin, hat kirin.

Li gorî ajansa Karkeran ya Îranê “Êlna”, hikûmetê bi fermana hêzên ewlehiyê enternêt li ser mobayîlan qut kiriye.

Li gorî wê enternet li ser herêmên Birz, Kurdistan, Zincan û Fairs qut bûn û dibe li hin herêmên din jî enternêt were qutkirin.

Beriya du mehan jî rêjîma Îranê bi armanca rewstandina xwepêşandanên li dijî hikûmetê, enternêt li ser du heftiyan qut kiribû.

Li gorî ajansa Reuters, rêjîma Îranê li dijî van xwepêşandanan operasyoneke ewlehiyê ya herî bixwîn di dîroka Komara Islamî ya Îranê de pêk aniye.

 

Leave a Reply

Back to top button