Welîd El-Muelim: Peymana Suçiyê têk çû, çareseriya Idlibê çek e

Wezîrê derve yê rejîma Sûrî Welîd El-Mualim têkçûna peymana Suçiyê ragihand û diyar kir ku çareseriya li Idlibê leşkerî ye.

El-Mualim destnîşan kir ku li Idlibê her ku terorîstên dewleta Tirk ber bi têkçûnê ve diçin Tirkiyê berê xwe dide Moskowê da ku agirbestekê pêk bîne.

Hemwextî daxuyaniyên El-Mualim dewleta Tirk jî behsa agirbesteke li Idlibê dike.

 

Wezîrê derve yê rejîma Sûrî Welîd El-Muelim têkçûna lihevkirina Sûçiyê li Idlibê ragihand û binpêkirinên dewleta Tirk weke sedema vê nîşan da.

El-Muelim bi bîr xist ku şandeya hikumeta Sûrî bi ya Tirkiyê re civiya û got:

Ev civîn bê sûd bûn û çeteyên dewleta Tirk pêşketina me li Mearet Numanê asteng dikin.

El-Muelim teqez kir ku çareseriyê li Idlibê tenê leşkerî ye û wiha axivî:

EL-MUALIM: TIRKIYE DEMA TERORÎSTÊN WÊ TÊK DIÇIN, BERÊ XWE DIDE MOSKOWÊ

Mixabin, li Idlibê her ku terorîstên dewleta Tirk ber bi têkçûnê ve diçin Tirkiyê berê xwe dide Moskowê da ku agirbestekê pêk bîne.

Ji aliyê din ve Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku çeteyên dewleta Tirk ji deverên li derdora rêya Heleb-Şam a navdewletî vekişiyan, lê nehat zelalkirin ku rejîma Sûrî xwe li van deveran bi cih kir an na.

Hat diyarkirin ku balafirên şer ên Rûsyayê karwanekî leşkerî yê çeteyên bi navê Ehrar El-Şam li derdora Meret Numan kire hedef.

Di encamê de, serçeteyek jî di nav de 4 çete hatin kuştin û 10 birîndar bûn.

Her wiha piştî rawestandina 6 saetan, balafirên şer dîsa herêma qaşo bêçek bombebaran kirin.

Çavdêriyê anî ziman ku balafirên Rûsî li gundewarê Idlib û Laziqiyê 33 êrîşên asmanî pêk anîn.

TIRKIYE: RÛSYA SOZA AGIRBESTEKE LI IDLIBÊ DAYE ME

Hemwextî şerê giran û daxuyaniyên rejîma Sûrî yên têkçûna hevpeymana Sûçiyê, Berdevkê serokatiya dewleta Tirk Îbrahîm Kalin di civîneke çapemeniyê de ragihand ku Rûsya soz daye wan ku di saetên pêş de li Idlibê agirbestek pêk bîne.

Leave a Reply

Back to top button