Li Wanê Şirketên girêdayî desthilata Erdogan ji bo talanê dest danî ser erdên gundiyan

Şîrketên girêdayê desthilata Erdogan li Wanê ji bo kana mermer çêbikin, dest danî li ser erdê gundiyan, êrîşî gundîyan kir û gov û xaniyên wan xirab kirin.

Bûyer duh li gundê Şêxan ê navçeya Payîzava ya bajarê Wanê, pêk hat.

Şîrketa DÎMER’ê girêdayî desthilata Erdogan ji bo talana xwe rewa bikin erdê gundiyên Şêxan, li ser pelikê weke malê xezîneyê nîşandan.

Gundî li dijî vê bêqanûniyê bertek nîşandan.

Tevî bertekên gundiyan şîrketê leşker anîn gund û gundiyan xwestin ku gund vala bikin.

Lê rastî bertekên gundiyan hatin. Leşkeran bi çekan êrîşê gundiyan kirin, piştre 20 xanî axurê gundiyan xirakirin.

Welatiyê ku xaniyê wî hate xirakirin diyar kir ku him êşkence mekirin him jî destdanîn li ser xaniyên me û xirakirin.

Back to top button