Êrişên dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî dewam in.
Vê carê gundên Şêrawa, Til Temir, Eyn Îsa û Kobanê jî bûn armanca êrişan.
Artêşa dagirker îro careke din gundê Til Leben ê navçeya Til Temirê topbaran kir.
Doh jî 4 gundên navçeya Eyn Îsa û gundê Meyasê yê navçeya Şêrawa bi çekên giran topbaran kirin.
Her wiha bircê peywendiyan ê li gundê Salûk yê başûrê rojavayê Girê Spî jî rasterast bû armanc.
Di encamê de intnernêt û peywendî li ser gundewarê kantonê hat qutkirin.
Li Kobanê jî dagirkeran êrişî 5 gundan kirin.



