Di çarçoveya pêngava “dem dema azadiyê ye”Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê pêşangeha pirtûkên rêber Apo vekir.
Îro li navenda Çand û Huner ya bajarê Tebqayê bi insiyatîfa Yekîtiya Jinên Ciwan pêşengeha pirtûkên Rêber APO hate vekirin û dê heya roja çarşemê dewam bike.
Di pêşangehê de piraniya pirtûkên ku têne pêşandan yê rêber Apo ne.
Di vekirina pêşangehê de yek ji rêveberên Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê Beyda El-Xidir axivî û got:
“Em jinên ciwan yên Tebqayê emê felsefeya rêber Ocalan belav bikin, piştgirîyê bidin hêzên gerîla û rêya şehîdan bişopînin.”
Paşê sînevîzyonek li ser wêneyên rêbe Apo hate pêşandan.