“Em destwerdanên derve red dikin û piştgiriyê didin QSD’ê”

Xelkê Dêrazorê bi meşekê destwerdanên bi armanca têkbirina ewlehî û îstîqrara li herêmê red kirin û got: “Em nahêlin tu aliyek destwerdanê li kar û barên me bike û piştgiriyê didin hêzên xwe yên leşkerî; QSD′ê.”

Têkildarî bûyerên li Dêrazorê, Meclisa Sivîl a Dêrazorê meşek li dar xist û gelek kes û rûspiyên eşîran beşdar bûn.

Meş li pêş Şaredariya Gel a Hecînê veguherî mîtîngê.

Li wir daxuyaniyek hat dayîn, destwerdanên bi armanca têkbirina ewlehî û aramiya li herêmê hatin redkirin û ev tişt hat gotin:

“Ev destwerdan bi armanca têkbirina ewlehî û aramiya li herêmê, belavkirina terorê û derxistina fitneyan navbera pêkhateyan de ye.”

Meclisê anî ziman ku Ereb û Kurd bi biratiyê bawer dikin, Ew ê nahêlin tu aliyek destwerdanê li kar û barên wan bike û piştgiriyê didin hêzên xwe yên leşkerî, QSD.

Meclisê diyar kir ku ew beşek ji QSD’ê ne û bang li tevahî pêkhateyên herêmê kir ku li dijî planên qirêj hevgirtî bin.

Back to top button