Şênî, rewşenbîr û eşîrên gundewarên Rojhilatê Dêrezorê û Tebqa serdana QSD’ê kirin

Xelk, rewşenbîr û eşîrên gundewarên rojhilatê Dêrezorê û Tebqa bi armanca piştgriyê bi girseyî serdana şervanên QSD’ê kirin.

Di serdanê de pêkhateyên herêmê li hember hewildanên rêjîma Sûriyê û milîsên Îranê ji bo destwerdana li herêmê di bin navên cuda de, di nav de artêşa eşîretan, bertek nîşandan

Di daxuyaniyan de îşaret bi têkiliya salan a di navbera Kurd-Ereb de hate kirin û wiha hate gotin:

Çêkirina nakokiyan di navbera pêkhateyên herêmê de, sabotekirina saziyan û têkdana aramî û ewlehiya herêmê ye

rewşenbîr û eşîrên Dêrazor û Tebqayê tekezî li ser pabendbûna xwe bi projeya Rêveberiya Xweser û hevgirtina wan bi Hêzên Sûriya Demokratîk re,kirin

Her wiha ji bo helwesta şoreşgerî ya aştiyane gelê Suweydayê û têkoşîna hemû pêkhateyan a ji bo bidestxistina mafê xwe yên rewa jî piştgirî hate raber kirin.

Eşîrên Dêrazorê û herêma Cizîrê piştgirî dan QSD’ê

Back to top button