Iraqê giliyek din, li dijî dewleta Tirk tomar kir

Malpera Iraq Oil Report ragihand ku Iraq pêngavek ji bo gilîyek din dijî dewleta Tirk a dagirker bike û li gorî vê giliyê divê Tirkiye 601 milyon û 900 hezar dolar bide Iraqê, lê malperê naveroka giliyê eşkere nekir.

Malpera Iraq Oil Report di derbarê giliyek nû ya Iraqê li Dadgeha Amerîkayê dijî dewleta Tirk raporek belav kir.

Di raporê de hate diyarkirin ku tevî ku çend mehin guftûgo berdewamin, lê ev pêngava nû ya Iraqê nîşan dide ku Bexda û Enqere li ser hinardekirina nefta başûrê Kurdistanê nêzîkî lihevkirinên dîplomatîk nebûne.

Hêjayî gotinêye ku di sala 2014’an de Iraqê dijî hinardekirina nefta Herêmê bi rêya Tirkiyê xistina bazara cîhanê, li Dadgeha Lihevanînê ya Navneteweyî ya li Parîsê giliya Tirkiyeyê kiribû.

Li gorî vê giliyê Tirkiye di hinardekirina nefta Başûrê Kurdistanê de lihevkirina sala 1973’an ku taybet bû ji bo boriyên neftê, binpêkiriye.

Back to top button