Desteya Jîngehê: Ji ber topbarana artêşa Tirk ziyanek mezin gihiştiye jîngeha herêmê

Serokê Desteya Parastina Jîngeha başûrê Kurdistanê ragihand ku nêzî milyonek donim zevî li başûrê Kurdistanê ji ber bombebarana artêşa Tirk a dagirker ziyan dîtiye.

Serokê Desteya Parastina Jîngeha Herêma Kurdistanê Ebdulrehman Sidîq li Hewlêrê, daxuyaniyek çapemeniyê da.

Ebdulrehman Sidîq da zanîn êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê dibe sedema talankirina jîngeha Kurdistanê û got;

“Nabe ji ber şer jîngeh were hedefgirtin, ji ber bombebarana artêşa Tirk, milyonek donim zevî ya xaka Kurdistanê ziyan dîtiye.”

Ebdulrehman Sidiq qala projeyên Desteya Jîngehê kir û got,

“Destûra 2 hezar û 876 projeyên cuda hatiye dayîn

48 proje hatine redkirin

5 hezar û 249 projeyên din jî hatine lêkolîn kirin.

Dahata sala 2021’an ku 332 milyon û 666 dînar bû, ji aliyê desteyê ve hatiye komkirin.

Niha li Herêma Kurdistanê 220 rêxistinên jîngehê hene.”

Back to top button