Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso, bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û li ser Kobanê da û diyar kir ku bi van êrîşan dixwazin tolê ji berxwedana Kobanê, hilînin
Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso, li ser heman mijarê axivî.
Hiso ev êrîş bi têkçûn DAIŞ’ê ve girêda û got:
“AKP-MHP’ê ku têkçûna DAIŞ’ê qebûl nekirine, bi van êrîşan dixwazin tola DAIŞ hilînin.
Ev jî ji bo civaka navneteweyî şermeke mezin e.
Bi komkujiyan, êrişên hovane, suîqestan; kesayet, malên sivîlan û navendan dide ber xwe.
Hiso anî ziman ku li ser herêmê biryarên qirêjî hene û got:
“Di hevdîtinên Astanayê de gelek biryarên qirêj dane.
Ev êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybetî jî li dijî vîna gelê Kurd ku bi destê dewleta Tirk pêk tê, lê hemû dewletên ku beşdarî Astanayê bûne, piştgiriyê dikin.
Xerîb Hiso: Dewleta Tirk ji bo ku komkujiyan bike dixwaze herêmê bikşîne nava şer
Ev jî şermeke mezin e. Ji ber ku ev piştgirî ji terorê û DAIŞ`ê re ye.”
Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso, di dawiyê de da zanîn ku dewleta Tirk ji bo ku komkujiyan bike dixwaze herêmê bikşîne nava şerekî û bang hişyariyê li gel kir.
Xerîb Hiso di dawiyê de destnîşan kir ku wê mîna 2021`an vê salê jî têkoşîna xwe bidomînin û destkeftiyên herêmê biparêzin.