Hêzên hikûmeta Şamê herêmên Idlibê û Hemayê topbaran kir

Hêzên hikûmeta Şamê herêmên Idlibê û Hemayê topbaran kir. Balafirên Şer ên Rusyayê jî navendên DAIŞ’ê ên li çolistana Sûrî bombebaran kir.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand, hêzên hikûmetê bi çekên giran bajarokên Filêfil, Sifûhin, Elfetîra, Benîn û derdora Kensefra ya li çiyayê Zawiyê a rojavayê Idlibê topbarankir.

Di heman demê de, hêzên hikûmetê xetên şer ên bi çeteyên dewleta Tirk re li Sehil Elxab ya bakurê Hemayê jî bi dijwarî topbrana kir.

Balafirên Şer ên Rusyayê deverên DAIŞ’ê ên li çolistana Sûrî bombebaran kir

Her wiha çavdêriyê da zanîn ku balafirên şer ên Rusyayê jî nêzî 20 caran cih û deverên DAIŞ’ê ên li Humisê, Reqayê û Dêrazorê bombebaran kir.

Back to top button