Ciwanên Kurd li ber Konsolosxaneya Iraqê ya li Bernê ya paytexta Swîsreyê ji bo piştgiriya Mexmûrê çalakiyek li dar xistin û xwestin demek ji ya din zûtir, dorpêça li ser Mexmûrê were rakirin.
Dijî çalakiya ciwanan peywirdarê li Balyozxaneya Iraqê telefonê polîsan kir.
Li ser vê yekê polîsên Bernê 14 ciwanan bi ters kelemçe binçav kirin.
Tevgerên Ciwanên Kurd ên Ewropayê TCŞ û TekoJIN’ê jî ji bo berdana ciwanê Kurd, banga xwedîderketinê kirin.



