Ji bo wargeha Mexmûrê bi nûnerê ÛNHCR’ê civiyan

Bi daxwaza bi dawîkirina hewldana dorpêçkirina Mexmûrê, şandeyeke bi Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî a ji bo Penaberan yê Rojhilata Navîn û Afrîkayê re hevdîtin kirin.

Şandeyek ji Swîsreyê bi Nûnerê bi Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî a ji bo Penaberan yê Rojhilata Navîn û Afrîkayê Alexander Tyler re civiyan.

Di hevdîtinê de şandeyê derbarê ambargoya li ser xelkê Mexmûrê dosyeyek radestî Nûnerê ÛNHCR’ê kirin

Piştî hevdîtinê li ser navê şandeyê daxuyanî hate dayîn.

Şandeyê diyar kirin ku artêşa Iraqê hewl dide Mexmûrê ji wargeha penaberan zêdetir bikin wargeha leşkerî.

Dr.Savary: Divê ÛNHCR biçe herêmê û lêkolînê bike

Serokê Înîsiyatîfa Têkoşîna li dijî Çekên Kimyewî Dr. Beppe Savary diyar kir ÛNHCR ji bo ewlehiya şeniyên Wargehê dikare di çarçoveya peymanên Cenevreyê de biçe herêmê û lêkolînê bike.

Nûnerê ÛNHCR’ê Tyler: Haya me ji pirsgirêkan heye

Nûnerê ÛNHCR’ê yê Rojhilata Navîn û Afrîkayê Alexander Tyler jî diyar kir ku haya wan jî pirsgirêkên heyî heye û daxwazên şandeyê li ber çavangirtine.

Berxwedana şêniyên wargehê di roja 7’an de didome

Back to top button