HPG: Mobesseyek û radarek hatin îmhakirin

HPG’ê têkîldarî çalakiyên hêzên gerîla û êrişên artêşa Titk a dagirker daxuyaniyek da.
HPG’ê ragihand di 22’ê Hezîranê de kamerayeke mobesse û radarek hatin îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrişên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da.

Li gorî vê yekê:

“Li herêma Zapê gerîlayên YJA Starê di 22’ê Hezîranê de bi çekên giran li dagirkerên li Girê Şehîd Umît de cih bibûn xistin.

Di 24’ê Hezîranê de jî du caran derb li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê hate xistin.

Li herêma Metînayê;

22’ê Hezîranê bi rêbaza sekvaniyê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Zendûrayê hate xistin.

Li wir kamerayeke mobesse û radarek hatin îmhakirin.”

HPG: Dagirkeran 170 caran qadên berxwedanê bombebaran kirin

Li ser êrişên arteşa Tirk a dagirker jî HPG’ê ragihadn

Qadên berxwedanê 5 caran bi balafirên şer, 165 caran jî bi çekên giran hatin bombekirin.

Her wiha HPG got, li Qada Berxwedanê ya Sîda ya Zapê jî dagirkeran hewl da bi kepçeyan tûnelên şer hilweşîne.

HPG nasnameya 3 gerîlayên şehîd eşkere kir

Back to top button