Li Fransa êriş: Xwepêşandanên rastgirên tund hatin qedexekirin

Li Fransa êrişa bi kêran ya li dijî zarokan welat xistiye nava tevgerê.
Xwepêşandanên rastgirên tund yên li nava welat hatin qedexekirin.
Sedema bingehîn ya qedexekirina van xwepêşandanan jî metirsiya pêkhatina bûyerên tundtir e.

Lêpirsîna ku piştî êrîşa bi kêrê ya li bajarê Annecy ya Fransayê ku doh 4 jê zarok 6 kes birîndar bûbûn hat destpêkirin, dewam dike.

Dozgerê Annecy Line Bonnet-Mathis ragihand ku êrîşkarê bi eslê xwe Sûriyeyî ku li parka Annecy 4 zarok û 2 kesên mezin bi kêrê birîndar kir.

Piştî bûyerê êrişkar hat binçavkirin û lêpirsîn hat vekirin.

Dozger da zanîn ku êrîşkar di dema bûyerê de ne di bin bandora alkol û tiryakê de bû û wiha got:

“Em hewl didin hîn bibin ka çima êrîş organîze kiriye.”

Rayedarên Fransî ragihandin ku heta niha ti agahî nînin ku êrîş bi “terorî” be.

Rojnameya Le Parisien nivîsand ku gumanbar wê îro li klînîkek psîkiyatrîkî were lêkolîn kirin.

Rewşa 3’ê birîndaran giran e

4 zarokên ku temenê wan di navbera 22 meh û 3 salî de ne û 2 mezinên ku ji ber gumanbar birîndar bûne li nexweşxaneyên Cenevre û Grenoble tên dermankirin.

Ji 6 birîndaran rewşa 3 kesan giran e.

Hat ragihandin ku 2 zarokên birîndar hemwelatiyên Hollanda û Brîtanyayê ne û ji bo betlaneyê li Annecy bûn.

Serokomarê Fransa Macron serdana birîndaran kir

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron serdana birîndarên êrişê kir.

Beriya serdanê Koşka Elysee bi daxuyaniyekê ragihand ku Macron wê li Annecyyê serdana birîndaran bike.

Macron piştî êrişê jî di daxuyaniya dayî de gotibû, welat di şokê da ye.

Ji rastgirên tund daxwaza “koçberiyê sînordar bikin”

Di dema ku li dijî êrîşa bi kêrê bertekek berfireh hebû de, rastgirên tund piştî bûyerê bangên xwe ji bo sînordarkirina koçberiya welêt dubare kirin.

Xwepêşandanên ku doh rastgirên tundrew dixwestin li Annecy li dar bixin hatin qedexekirin.

Walî Yves le Breton da xuyakirin ku xwepêşandanên bi dirûşma “Fransî ji aliyê biyaniyan ve tên kuştin” ji ber fikarên ku dibe sedema provokasyon û tundiyê, hatin qedexekirin.

Back to top button