HPG: LI BAZÎDÊ 3 LEŞKERÊN TIRKIYÊ HATIN KUŞTIN

Gerîlayên HPG û YJA Starê li dijî leşkerên artêşa tirk a dagirker yên li Bazîda Agiriyê çalakî pêk anîn.
Di encama çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê têkildarî çalakiya gerîlayên HPG û YJA Starê yên 27 û 28’ê Adarê ku li Bazîda Agiriyê pêk anî daxuyaniyek weşand û ev agahî da;

Bi wesîleya Hefteya Lehengiyê di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Serfiraziyê de, ya li Eyaleta Serhedê 27’ê Adarê li dijî 2 girên qereqola Vedat Ozkaya ya navçeya Bazîd a Agiriyê çalakiyek hat.

Di encamê de 3 leşker hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Dagirkeriya Tirkiyê bi helîkopteran kuştî û birîndarên xwe rakirin û herêm top û bomebebaran kir.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de jî 28’ê Adarê li dijî artêşa Tirk ku li girê Xeregol yê navçeya Çelê ya Colemêrgê bicih bûbûn, çalakiyek pêk hat.

Li vir hejmara kuştî û birîndaran ne hat zanîn.

Piştî çalakiyê dagirkeriya Tirkiyê herêm top û bombebaran kir.

Leave a Reply

Back to top button