Ji 24 HDK’iyên ku li tekirdagê hatibûn binçavkirin, 21 jê hatin girtin

23 Gulanê di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Tekîrdagê de 24 kes hatibûn girtin. Hate ragihandin 21 kes ji aliyê dozgeriyê ve bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin

Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Tekîrdagê de, di 23’yê Gulanê de li gelek bajaran di avêtin ser mala dem

Di serdegirtinan 24 kes di bin banê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de hatibûn binçavkirin.

Kesên ku hatin binçavkirin, biribûn Midûriyeta Polîsan a Tekîrdagê.

Piştî îfadeya li Midûriyeta polîsan 21 kes ji aliyê dozgeriyê ve bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.

Back to top button