Rêveberiya Xweser buhayê genim kir 315 L.S

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî buhayê genim bi 315 lîreyên Sûrî diyar kir û ragihand ku ew ê berhemên ceh jî bikire.

Rêveberiya Xweser îro ji bo buheyên berhemên genim û ceh civînek lidar xist.

Civîn li ser xwesteka yekîtiya cotkaran, saziyên aborî yên Desteya Aborî ya Bakur û Rojhilatê Sûrî, hat lidarxistin.

Di civînê de buheyên genim bi 315 lîreyên Sûrî hat diyarkirin.

Her wiha buheyên berhemên ceh jî hat nîqaşkirin û hat diyakririn ku wê her 1 kîlo ceh bi buheyanê 125 lîreyên Sûrî bikire.

Ev biryar hat girtin piştî ku lîreya Sûrî li beramberî pereyên biyanî pir daket.

Her wiha bazirganan, keysbazî li ser cotkaran ji bo berhemên ceh û genim kirin.

Back to top button