Dergehên Tayha û Tebqayê bi awaykî demikî tên vekirin

Rêveberiya Xweser dergehên Tayha û Tebqayê bi awayekî demkî jinûve vekir û rê li pêş çûn û hatin vekir.

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser biryar da ku ew ê ji 31’ê Gulanê heta 4 Hizîranê her du dergehan vekin.

Di biryarê de rêveberiyê bal kişand ser pêwîstiya pêkanîna qanûn parastina tenduristî.

Ji 19′ heta 26’ê Gulanê jî herdû dergeh bi awayekî demkî hatibû vekirin.

Dergeha Tebqa li herêma Tebqa ya Bakur û Rojhilatê Sûrî ye û dergeha Tayha li başûrê herêma Minbicê dikeve.

Her du dergeh herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî bi herêmên hikumeta Şamê ve girê dide.

Back to top button