“Divê li dijî binpêkirinên li Efrînê lêpirsînek navneteweyî vebe”

Rêveberiya Xweser hovîtiya çeteyan li dijî jinên Efrînê şermezar kir û anî ziman ku dewleta Tirk berpirsa sûcên çeteyan e. Rêveberiyê bang li Rûsya, Amerîka û NY’yê kir ku helwestên xwe der barê sûcên çetên dewleta tirk de diyar bikin. Her wiha daxwaza lêpirsîneke navneteweyî têkildarî sûcên çeteyan li Efrînê kir.

Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûrî derbarê kiryarên ku li Efrînê tê kirin de daxuyaniyek da.

Rêveberiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk li Efrînê sûcên herî qirêj li dijî sivîl, mal û milkên wan pêk tînin û ev tişt gotin:

“Kiriyarên çeteyan binpêkirineke ber bi çav ji zagon û pîvanên navnetewî re ye, her wiha nirxên mirovahiyê bin pê dike.

Ew kiriyar wek qirkirina komî bo xwe ye.

Lê civaka navneteweyî di vê der barê de bê deng e.

Rêveberiya Xweser diyar kir ku kiryarên li dijî jinan li ser kiryarên din ên komên çete tê zêdekirin.

Her dawî kiryarek din a hovîtiya çeteyên Firqet Hemzat li Efrînê li ser 8 jinan derketibû.

Kiriyarên bi vî awayî hovîtî û derexlaqiya komên çete diyar dike.”

Rêveberiyê berpirsyarê van hovîtiyan jî dewleta tirk destnîşan kir.

Rêveberiya Xweser bang li tevahiya rêxistinên mafên mirovan û tevgerên jinan ên li ‎tevahî cîhanê, NY’yê, Rûsya û DYA’yê kir ku bi erka xwe ‎rabin, kiryarên çeteyên dewleta Tirk şermezar bikin û helwestên cidî nîşan bidin.

Rêveberiyê xwest li dijî van ‎binpêkirinan lêpirsîneke navneteweyî vebe û hesab ji sûcdaran were xwestin.

Back to top button