Şêx û rûspiyên eşîrên Dêrazorê û Hesekê destwerdanên derve yên li herêmê û hewldanên derxistina fitneyê red kirin û piştgiriya xwe ya bi QSD’ê re eşkere kirin.
Şêx û rûspiyên eşîrên rojhilatê Dêrazorê bi daxuyaniyekê hewldanên derxistina fitneyê li herêmê şermezar kirin.
Hevserokê Meclisa Meraşide ya bajarokê Ll-Sose Es’ed El Dexîl daxuyanî xwend û got:
Ew baş dizanin rejîm fitneyan di nava pêkhateyên herêmê de derdixe, bi taybet di nava Kurd û Ereban de, lê bila baş bizane Kurd û Ereb yekin.
Rûspiyên Dêrazorê diyar kirin ku ew nahêlin tu aliyek bi yekîtiya neteweyî û hevgirtina civakî ya gelên herêmê bilîze û dê li hember van hewldanan derkevin.
Her wiha li dijî komployên li ser herêmê têne kirin, derdora sed şêx û rûspiyên qebîle û eşîrên herêma Cizîrê jî li gundê Til Tewîl ê Hesekê kom bûn.
Şêx û rûspiyan bi daxuyaniekê piştgiriya xwe bi QSD′ê re anîn ziman û gotin:
Bûyerên vê dawiyê li Dêrazorê rû dan, ji bo vejandina serdema tarî li Sûriyeyê bû
Yên ku hewl didin fitneyan biafirînin kujerên rasteqîn ên gelên me ne.