Koma Orkestra ya Zarokan konsêrtek li dar xist

Koma Orkestra ya Rojava ya Zarokam konsêrtek li dêra Yekitiya Xiristiyan a Encîlî ya li bajarê Qamişloyê li dar xist.
Koma Orkestrayê ku ji 39 zarokan pêk tê hunerên xwe pêşkêş kirin û stranên kurdî gotin.
Konsêrt bi sponseriya Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê hat li darxistin.
Akademiya Orkestra ya Rojava di sala 2016′an de li bajarê Qamişloyê hat avakirin.
Bi dehan zarokên di navbera 7 heta 17 salî de perwerdeyan li ser amûrên cuda yên mûzîkê dibînin.

Back to top button