RJAK: Ji bo agahî ji Werîşe Mûradî bê girtin divê zext bên zêdekirin

Li dijî revandin û windakirina endama KJAR’ê Werîşe Mûradî ji aliyên hêzên rejîma Îranê ve, RJAK’ê helwesteke tund nîşan da û bang kir ku ji bo çarenûsa Mûradî zext li ser Îranê bên zêdekirin.

Endama Komelgeha Jinên Azad ya Kurdistanê (KJAR) Werîşe Mûradî 1’ê Tebaxa 2023’yan, li nêzîkî bajarê Sine ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate revandin

Piştî hate revandin û şûnde hewlên ji bo eşkerekirina çarenûs û cihê lê tê girtin dewamin.

Têkildarî revandina Endama KJAR’ê Werîşe Mûradî, Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistan (RJAK) daxuyaniyek da.

RJAK’ê bal kişande li ser şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ ya di pêşengiya Jîna Emînî û jinên azadîxwaz yên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û got:

Rejîma Îranê ji tirsa ji dest dayîna desthilat û rejîma xwe ya melayan, bi girtin, revandin, kuştin û darvekirinê dixwaze vê şoreşê ji holê rake.

Revandin û windakirina Werîşe Mûradî jî di heman çarçove û armancê de ye.”

Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistan ji bo eşkerekirina çarenûsa wê bang zêdekirina zextan li gelê Kurd û aliyên peywendîdar kir.

Back to top button