KJAR: Endama me Ciwana Sine ji aliyê hêzên Îranê ve hat revandin

Komelgeha Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê KJAR’ê bi daxuyaniyek nivîskî eşkere kir ku endama wan Werîşe Muradî bi nasnav Ciwana Sine ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye revandin û çarenûsa wê nediyare.

Daxuyaniya KJAR’ê ya li ser revandina Ciwana Sine wihaye:

Endama rêxistina me, Werîşe Muradî bi nasnav Ciwana Sine li Rojhilatê Kurdistanê xebatên siyasî û rêxistinî yên jinan dimeşand.

Di dîroka 10’ê Tîrmeha 2023’an de li herêmên derdora bajarê Sine ji aliyê hêzên Asayîşa Komara Îslamî ve hatiye revandin û birine ciheke nediyar.

Tevî gelek hewldan û lê kolînan heta niha derbarê çarenivîsa wê de çi agahî nehatine girtin.

Vê mijarê fikarên malbata wê û rêxistina me, ya li ser rewşa Muradî zêde kiriye.

Hêzên rêxistina sîxurî yê girêdayî Komara Îslamî ya Îranê beramberî jiyana endama me berpirsyare.

Li ser vê yekê em bang li saziya navnetewî ya mafên mirovan dikin ku bêdeng nemînin û karên ku pêwîstin bikin.

Back to top button