Çeteyên dewleta Tirk 3 welatî ji Mabata ya Efrînê revandin

Sûc û hovîtiya li Efîrnê a dagirkirî jî rojane didomin.
Çeteyan ji navçeya Mabeta yek jê jin 3 kes revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk bi ser malên xelkê gundê Mîrkan ê navçeya Mabeta ya Efrînê de girtin û 3 welatî ku yek ji wan jine revandin.

Navên kesên hatine revandin, Fehîme Ehmed Tahir (25), Mihemed Ehmed Mistefa Hacî (40) û Ebdo Ezet (30).

Rêxistinê da zanîn ku çeteyan welatiyên revandine ber bi navenda xwe ya li navenda bajêr ve birin û çarenûsa wan nayê zanîn.

Li Efrînê di nava mehekê de 44 kes hatin revandin

Li gorî malpera Efrîn Post di meha borî de li Efrînê ji aliyê dagirkeran ve ji wan 7 jin 44 kes hatin revandin.

Çeteyan welatiyekî din li Efrînê revand

Back to top button