Çeteyan welatiyekî din li Efrînê revand

Hovîtiya dewleta Tirk a dagirker li Efrînê didome.
Çeteyan welatiyekî din revandin.

Malpera Efrîn NEWS 24 ragihand ku çeteyên dewleta Tirk li navçeya Cindirêsê welatiyê bi navê Selah Bin Behrî revand.

Li gorî malperê Bin Behrî bi behaneya ku erka xweparastin di dema Rêveberiya Xweser pêk aniye hatiye revandin.

Firotina mal û milkên Efrîniyan didome

Li aliyê din firotina mal û milkên welatiyên Efrînê jî dewam dike.

Li gorî malpera Efrîn POST çeteyan sê malên Efrîniyan firotin.

Hat diyar kirin çeteyekî ji Dûmayê du mal li taxa Eşrefiyê firotin.

Ew mal jî milkên welatiyên bi navê Elî Mihemed û Mufîd Mihemed yên ji Racoyê ne û her malek li hember 850 dolarî hatiye firotin.

Çeteyekî jî mala Osman Mihemed ê ji gundê Qentera ya Mebatayê li hember 1200 dolarî firot.

Hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî

Back to top button