Bi dehezaran Amerîkî li dijî tundiya çekdarî meşiyan

Li DYA’yê, ji bo guhertin di mijara çekan de bê kirin, bi beşdariya bi deh hezaran kesî bi sedan xwepêşandanên şermezarkirinê hatin lidarxistin.

Piştî komkujiya li dibistaneke seretayî ya li Teksasê, ji bo parlamenter qanûna bi armanca pêşîgirtina li tundiya çekdarî bi cih bînin, bi deh hezaran kes li Washîngton û bi sedan deverên cuda yên Amerîka xwepêşandan lidar xistin.

24’ê Gulanê li Ûvalve ya li nêzî sînorê Meksîkayê xwendekarekî lîseyê yê 18 salî bi tivingê 19 xwendekar û 2 mamosteyên jin kuştin.

Beriya çend rojan jî kesekî spî yê neteweperest li Bûffalo 10 mirovên reş qetil kir.

Ev komkujiyên dawî û bi sedan êrişên çekdarî yên nehatin bihîstin, bûn sedem ku ji bo guhertin û sererastkirina derfetên peydakirina çekan bangên nû bêne kirin.

‘Meşa ji bo jiyana me’ ku Adara 2018’an piştî komkujiya li lîseya li bajarê Parkland ê Florîdayê hate avakirin, li Washîngtonê got ‘Êdî dem hatiye ku dakevin qadan’.

Roja Şemiyê bi deh hezaran xwepêşandêr li paytexta Amerîkayê li ber kevirê sembol li hev civiyan û xwepêşandaneke şermezarkirinê lidar xistin.

Back to top button