Ji bo hilbijartina parlamenteran Fransî careke din welatî çûn ser sindoqan

Li Fransa îro welatî ji bo diyarkirina nûnerên xwe yên di parlamenê de çûn ser sindoqan. Di hilbijartina ku wê 2 tûran pêk were de, hevrikê herî girîng ê Serokomarê Fransayê Macron îtîfaqa çep a nû hatiye avakirin xuya dike.

Li Fransayê ku nêzî 48 milyon û 700 hezar hilbijêrên qeydkirî ne, dengdayînê saet 08.00’an dest pê kir.

Di van hilbijartinên ku piştî hilbijartinên serokomariyê yên meha Nîsanê li welêt hatin kirin de, wê parlamenter werin hilbijartin.

Li parlamentoya Fransa 577 kursî hene.

Hevrikê herî bihêz yê Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron di hilbijartinên du tûran de xuya dike, îtîfaqa çep a nû hatiye avakirin Nupes e.

Armanca Macron a di navenda qada siyasî de cih digire, di xwaze li parlamentoyê jî piraniya kursiyan bidest bixe.

Wekî din, dibe ku serokê partiyê bi serokwezîrek ji partiyek siyasî an hevalbendiyek din re hevkariyê bike da ku welat birêve bibe.

Di rewşên ku serokomar û serokwezîr ji partiyên cuda de, serokwezîr li nava welat bihêztir e.

Di sala 1997’an de li welat rewşeke wiha derketibû pêş.

SERKEFTINA HEVALBENDIYA ÇEP A NÛ NUPES DIBE KU DENGEKE ZÊDE BIDEST BIXE

Di hilbijartinên serokatiyê yên meha Nîsanê de, hevrikiya sereke di navbera Serok Macron û rastgira tundrê Marine Le Pen de bû.

Ev herdû jî bo tûra duyemîn mabûn.

Di hilbijartina parlementoyê de ku îro dest pê kir, wê di tûra duyemîn a 19’ê Hezîranê de bi encam bibe.

Di vê hilbijartinê de, hevrikê Macron tifaqa nû Nupes New Ekolojî û Yekîtiya Gelan a Civakî ye ku ji çep, sosyalîst, kesk û komunîstan pêk tê.

Serokê îtîfaqê Jean-Luc-Mélenchon e, ku di hilbijartinên serokatiyê yên meha Nîsanê de bi rêjeya ji sedî 22 deng standî bû sêyemîn.

Bi serkeftina xwe re, Mélenchon karî komên çepgir li pişt xwe kom bike.

Hêjayî gotinê ye ku nirxên sempatiya Nupes di anketên ku beriya hilbijartinên parlementoyê hatine kirin de zêde bûne.

Li gorî daneyên şirketên rapirsiyê, jimara beşdarbûna hilbijartinê di navbera ji sedî 45-49 de tê pêşdîtin.

Ji bo ku di hilbijartinê de namzetek derbasî tûra duyemîn bibe, divê herî kêm ji sedî 12,5 ê dengê hilbijêran bi dest xistibin.

Namzedê ku di tûra duyemîn de herî zêde dengan bi dest bixe, wê bibe parlamenter.

Back to top button