Li Minbic û Kobanê peyama mezinkirina berxwedanê hate dayîn

Hêrsa gelê herêmê ya li dijî êrişên dagirkeriya Tirk didome. Li Minbic û Kobanê daxuyanî li dijî êrişan hate dayîn. Di daxuyaniyan de hate diyarkirin dê gelê herêmê bi hemû hêza xwe li dijî êrişan bisekinin.

Çalakiyên gel ên li Bakur û Rojhilatê Sûrî li dijî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker dewam dike.

Îro Şêx eşîrên li Minbicê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk li ser herêmê şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku armanc ji van êrişan têkbirina aramî û ewlehiya li herêmê ye.

Di dawiyê de bang li civaka navnetewî û hêzên garantor ên li herêmê hate kirin ku van êrişan rawestînin.

Her wiha hate gotin; ‘Em wekî şêxên eşîrên Mibicê bi hevre li dijî van êrişan bisekinin.’

Li aliyekî din jî eşîrên Mibic ên Ereb û Tirkman bi armanca nîqaşa rewşa herêmê civînek li darxistin.

Di civînê bi dehan ji şêx eşîrên El-Demalixa, Benî Saîd û El-Bû Sultan, her wiha eşîrên Tirkman hazir bûn.

Di civînê de gelek axaftin hatin kirin û bal hate kişandin ser şerê Rûsya û Ûkraynayê de û wiha hate gotin:

“Tirkiyê ji van êrişan sûdê digre û ji xwe re wekî derfet dîtiye da ku êrişê herêmê bike û planên xwe yên dagirkeriyê pêk bîne.

Yek ji şêxên eşîra Benî Seîd Ibrahîm Şilaş diyar kir ku Minbic yek êl e û yek dest e û bang li welatiyên herêmê kir ku li dijî van êrişan rabin.

Careke din li Minbicê Meclisa Jin a Partiya Sûriya Pêşeroj û nûnerên rêxistinên jinan bi daxuyaniyekê êrişên dewlata Tirk a dagirker şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de jinan destnîşan kir ku di van êrişan de har tim jin hatiye hedef girtin û hat gotin:

“Em wekî jinên li Minbic û tevahî herêmê amade ne ku li dijî van êrişan li ber xwe bidin û parastina xaka xwe bikin.”

Li herêma Firatê jî daxuyanî ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hate dayîn.

Meclisê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku artêşa Tirk li çiyayên Kurdistanê têk çû, lewma gefên êrişeke nû li herêmê dixwe.

Meclisê diyar kir ku çareseriya hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn bi azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan pêkan e.

Back to top button